xizir bireve ker hat! kelimesinin kurmancî anlamı

xizir bireve ker hat!


(biwêj) edî tu jî xwe bipareze, wa ye rewş xeter e. çawa bike wîjî meze kir ku rewş xeter e, got, xizir birev ker hat! li hela dersime mirovek kereke bare we giran diajo. dema ku ji cihekî xişir ku di binî de jî newaleke kûr û xeter heye re derbas dibin, linge kerê diçerixe, li ser leva zere dikeve. xwediye kerê bi palomiya kerê digire ku ker berjêr hol nebe û ji aliyekî ve jî hewar dike hezretî xizir: ya hezretî xizir!, hu hezretî xizir! tu alîkarî bikî! ya hezretîxizir tu dest biavejî bare min! demeke bi şûn de dema ku ker heze dide xwe ku rabe di sere zere re wer dibe. xwediye kerê ve care jî dikeve tatel û heyra hezretî xizir ku heke ji bo heware hatibe û di serê zere de dest avetibe bare kere, bila di bin cendek û bare kerê de nemîne dike qîrîn: xizir birev ker hat!

tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver