xizêm kelimesinin kurmancî anlamı

xizêm


xemla jinan a ku di bêfilên xwe de dadiliqînin
(navdêr, mê) pozmik, kasnî, talîşk, qerefîl, xişira ku bi taybetî jin dixin difina xwe.
Bide ber: xizim, xizm.
ji wêjeyê: We pîreke êzîdî nas kiribû. Çavên wê şîn, biskên wê hinekirî bûn. Xizêmeke zîvîn li ser pozê wê, teqez bûkeke şeng bû di dema xwe de, lê îro felekê bedewiya wê di laş de pûç kiribû. Bi dû vê pûçbûnê re karesatek din nemerdî kir û herdu çavên şîn jî bi êgir da xwarin. Wê agirê ku bi xwarina gundekî sax têr nebû û hinên din dan rêzê! Ma ezê pirs nekim ji we: Bo çi hûn sed axîn nakin ji bo wê êzidiya Şengalê?.
ji: ji erebî خزام (xizam)/خزامة (xizame), hevreha îbrî חזם (x-z-m-: kun, qul), akadî xezamu (kun, qul).
: xizêmî


tarafindan 2016-04-22 15:38 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver