sorê kelimesinin kurmancî anlamı

sorê


(navdêr, mê) anîs, anix, hebeson, anason, anesûn, hebosan, hin cûn giyayên kulîlkdar yên derman in, şêweyek tewandî ji peyva sor.
ji wêjeyê: Sorê gîyayek êşbir e. Li çolê şîn tê, belgên wê kesk, kulîlk spî ye. Belgên wê gurover, lê wek gurçikanin. Fêkîya wê biçûk e, wek girsikan e. Mezinahîya fêkî, dirêjî 6cm firehî jî 2 cm e. Rengên wan yan gewrê vekirî yan jî qahweyî ne. Gîyayek bêhneke wê ya xweser û tûj heye. Bejna wê 40 heta 70 cm bilind dibe. Nava qurmê wê vala, wek lûlan e. Di demên kevnar de Sûmerîyan (ku beşek ji Hûrî û Gûtîyên Çîyayên Zagros in) bi xwe re biribûn deştê. Misrîyan jî wek derman xebitandina wê ji Sûmerîyan fêrbûn û dera hukmê wan lê dermaz dibû belav kirin. Tê gotin ku welatê wê yê eslî Kurdistan e. Herçend Kurd wê ji çolê berhev dikin, lê miletên din jibo dermançêkirin, xweşikahî û ticaretê diçînin. Tê gotin 90 cûreyên wê hene.. Navê zanistî: Pimpinella anisum


tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver