(navdêr, mê) zerik, elb, bêdrok, dewlik, polan, gerdel, dolik, bêdroş, delûv, amana hinekî sîlînder (ya biçembil) ya ku av pê tê kêşan. Herwiha: sitilk, satil , satl, setl, sitil, sitl. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: سهتل/صهتل. ji: ji erebî سطل (sețl) ji latinî sitella yan situla ji situs (cih, rewş, hal) ji sinō (tê kirin, kirinê, lê kirin) ji Proto-hindûewropî sē(i)- (danîn, berdan, xistin, kirinê). Sítula û selha yên portugalî, situla û secchio yên îtalî, seille û seau yên fransî... ji heman rehî ne.
tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.