robîn kelimesinin kurmancî anlamı

robîn


serenav, nêr, navekî zelaman e.
ji: ji ro (roj yan ronahî) + -bîn- (rehê dema niha ji lêkera dîtinê) anku robîn: yê ku ronahiyê/rojê dibîne.Lê Robîn bi xwe navekî navneteweyî ye, di gelek zimanan de heye. Diyardeyeke/fenomeneke giştî heye ku kurd navên navneteweyî, yên ku bi kurdî jî dikarin maneyeke xweş bidin, didin zarokên xwe: Robîn, Tara, Sosin, Zozan hin ji van nimûneyan in. Hemû navên navneteweyî ne (Sosin û Zozan li ber Susanne, Susan, Susanna hatine çêkirin). Lê kurd wan navan wek yên xwe dibînin û dema ku wan li zarokên xwe dikin, li maneya wan ya bi kurdî difikirin. Bo nimûne, dema ku kurdekî navê kurê xwe kiriye Robîn, ew ne li Robin Hoodê li nav daristanên Inglîstana serdema navîn difkire lê hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî be. Gava ku kurdek navê Tara li keça xwe dike, ne ku dixwaze rêzgiriyê li xwedawendeke dînekî din (ku belkî ti haya wî jê nîne) bike lê dîsa hêvî dike ku jiyana kurê wê/wî tijî roj û ronahî be, geşî û xweşî.Di zimanên din de jî ev diyarde heye. Anku navên biyanî digirin û wek peyveke di zimanê xwe de fehm dikin.


tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver