bêşibhe kelimesinin kurmancî anlamı

bêşibhe


(rengdêr) bêguman, bêşik, bênîgeranî, bêdilgiranî, bêdilwasî, bêwaswasî, bêdilwaswasî, bêdudilî, bêbêbirryarî, bêtirs.
ji: bê- + şibhe.
Herwiha: • bêşubhe.
: bêşibheyî bêşibhetî.
ji wêjeyê: Mutleq tu mufîd û mustefad î Bêşubhe murîd û hem murad î! Nûr î tu di husnê rûyê dildar Nar î tu di qelbê aşiqê zar! Şem î, ne ji qismê nûr û nar î Şems î, ji eyan tu perdedar î! Genc î tu di nêv tilsimê alem Kenz î tu eyan ji îsmê adem Ev alem û ademî û meşhûd Ev mumkin û masîwayê mewcûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê rîyadê xelqê wel-emr! Emrê te bi lefzê «Kun» du alem Mewcûd kirin û xered çi adem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê «Kun», fekane Ew herf e heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq Eşbah muressem ji nasût Erwah muwessem bi lahût Ev rûh û cesed bi cebr û îkrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e Herfa ku me gotî, neqş-i hûr e Lê meqsed û maneya wê kûr e Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqşê xame kubra Mewcûd e di wê, şehadet û xeyb Meşhûde di wê, sîyadet û eyb


tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver