aşop kelimesinin kurmancî anlamı

aşop


(navdêr, mê) xeyal, wêne û raman û bûyerên mirov di hişê xwe anku mejiyê xwe de diafirîne anku çêdike (bi taybetî yên ku nehatine dîtin yan qewimîn), dûrî rastiyê yan realîteyê, fitne, fesad, şiltaxî, ajawe, navek jinan e, (wêjeyê de) wêje û çîrokên derbarê mirov û bûyerên xeyalî; çîroksazî.
Herwiha: eşop aşûp.
Bikaranîn: Lêker: aşop kirin Navdêr: aşopkirin Rengdêr: aşopkirî.
ji: Belkî jiarami ܐܫܦܐ (eşşafa: sihirbaz, fêlbaz), hevreha îbrî אשף (aššāᵽ), akadî ?? (āšipu MAŠ.MAŠ). Lê herwiha bide ber farisî آشوب (aşûb) ku rehê dema niha ye ji lêkera آشفتن (aşûften) e lê maneya vê li ya kurdî nayê loma ihtimala ku ji aramî be mezintir e..
: aşopandin aşopandî aşopane aşopî aşopîn aşopperist aşopperistî.
ji wêjeyê: Yekitiya zimanê pir zarav û welatekî parçebûyî aşop e.(Bavê Nazê: Ber bi zimanekî yekbûyî ve, Gelavej.com, 7/2008)


tarafindan 2016-04-23 19:31 tarihinde kurmanciden kurmanciye çevrildi.
Kelime hakkındaki yorumlar (0 adet)
Kelimeleri ve anlamlarını yorumla, örnek ver