Encamên lêgerînê
zotik ant anüs, büzük
zotika (yekî) derxistin argo sucuğunu çıkarmak (çok yormak)
zotik (navdêr, mê) Qulika dawî ya rêviya, ew qulika dawî ya rêviyên mirov û ajalan ku ji wê paşmayîya xwarinê (wekî rêx û zelq) tê der.
ji wêjeyê: Baytarê ji Midûriyeta Çandiniya ya Midyada Mêrdînê yê peywirdar Omer Gurbuz jî da zanîn ku wan berxika 3 mehî miayene kirine, linga wê ya 5an ku nayê xebitandin û du zotik têde tesbît kirine, lê organên wê yên din normal in û dixebitin.(diyarname.com, 04/2007) Berî salekê, yanî havîna buhurî, min berçavkek rojê kirî û da ber çavê xwe. Piştî çend rojan çavekî min wek zotka mirîşkê sor bû û çavê din jî wek bomba Ergenekonê teqiya.(lotikxane.com, 04/2009)
zotik ji serê heftê û heft bavên (yekî) zêdetir bûn (biwêj) pir bimyat û bieks bûn. hey tu wê nas nakî, zotik ji serê heftê heft bavê wê zêdetir e.
zotika (yekî) derketin (biwêj) di bin zor û zerpeke mezin de bûn. tu bi wê pêvajoyê nizanî, heta ku wî rebenî ew mal ava kir, zotika wî derket. (argo)
zotika sibehê qul bûn (biwêj) şefeqê avêtin, ronahiya sibehê nû dest pê kirin. dema ku ew hat, li derê me xist, hê nû zotika sibebê qul bûbû. (argo)