Encamên lêgerînê
zimpare (navdêr, nêr) simarte, kaxezê req û girr yê ku depên darîn pê tên hilûkirin yan biriqandin.
Herwiha: zempare, zempere, zimpere.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: زمپاره.
ji: hevreha tirkî zımpara, farisî سنباده, pehlewî sunbadek (> ermenî սմբադակ /simpatag/), hemû ji yunanî σμύρις (smûris)/σμῆρις (smêris) ji navê nîvgiravê Σμύριδα (Smûritha) li giravê Naksos. Heman peyv serekaniya heman peyvê ya bi pirraniya zimanên ewropî ye jî: latînî smericulum, portugalî û spanî esmeril, almanî Schmirgel, fransî émeri, inglîzî emery.
: zimpareyî
zimpare kirin (lêker)(Binihêre:) zimpare
zimparekirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye zimpare kirin
zimparekirin (navdêr)hilûkirin bi zimpareyê
zimpareyî (navdêr, mê) rewşa zimparebûnê.
ji: zimpare + -yî