Encamên lêgerînê
zişt kirêt
(rengdêr) kirêt, ne bedew, ne delal, ne spehî, ne rind, ne xweşik, ne şirîn, ne xwînşirîn, pîs.
Bi alfabeyên din: زشت.
ji wêjeyê: Pergala vê dewletê wekî marekî cûn û zişt e.(Fêrgîn Melik Aykoç: Marê cûn kiras diavêje, Yeniozgurpolitika.org, 7/2008).
: ziştane, ziştî
ziştane (rengdêr) bi awayekî zişt.
ji: zişt + -ane
ziştî (navdêr, mê) rewşa ziştbûnê, sikbûn.
ji: zişt + -î
ziştkar (rengdêr) bexîl, zikreş, kumreş, çavnebar, hesûd, xebîs, xesîs, qesîs, dexes
ziştkarî (navdêr, mê) qebehet.
ji: zişt +-karî