Encamên lêgerînê
zemherîr (navdêr, mê) çileyê zivistanê, (li gor îslamê) agirek sar e li dûjehê, sartirîn cihê dûjehê.
Herwiha: zamharîr, zimherîr.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: زه‌مهه‌ریر.
ji wêjeyê: Kurdistanek heye li wir xwîn bi xwîn bi ser min de tê, xwîn bi xwîn wekî xunava zemherîreke seqem xwîn bi xwîn li ser dilê min dicerise; Kurdistanek heye, sor, her bihosta wê çalegor, her hilma wê soresor, her çirkeya wê soresor bi ser min de tê xwarê....
ji: ji erebî زمهرير (zemherîr) jiari zem- (sarma, zivistan - binere zivistan) û ji erebî هرير (herîr: orrîn, qîrrîn).
: zemherîrî
zemherîrî (navdêr, mê) rewşa zemherîrbûnê.
ji: zemherîr + -î