Encamên lêgerînê
zarrokxane (navdêr, mê) zarrokistan, pêşdibistan, rewze, kodekistan, kreş, cihê ku dêbav rojane zarrokên xwe yên ku hê bo çûna dibistanê biçûk in bo çavdêrîkirin û lîstikan dibinê (bi taybetî dema ku dêbav bi xwe li kar in), baxçeyê zarrokan, hêlînxane.
Herwiha: zarokxane, zaroxane, zarroxane.
ji wêjeyê: Tu tiştek wek ziman bandorê li ser man û nemana miletekî nake. Kesên ku dixwazin bi çand, ziman, dîrok û erdnîgariya xwe wek kurdên serbilind bimînin û bijîn divê ruhê xwe ji asîmîlasyonê paqij bikin. Ev ziman yê me hemûyan e. Berpirsiyariya parastin û pêşvebirina wî jî dikeve ser milê me hemûyan. Ez dizanim, çareseriya rastî ya parastin û pêşvebirina zimanê me ji zarokxaneyê heta zanîngehan perwerdeya bi kurdî ye. Heta ku em vî mafî bi dest bixînin, werin em her yek bibin çalakvanê parastin û pêşvebirina zimanê xwe.(Haydar Diljen: Xwe ji asîmîlasyonê paqijkirin û pîvanên wê, Welat.com 8/2009).
ji: zarrok + -xane.
: zarrokxaneyî, zarrokxanekar
zarrokxanekar (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê zarrokxane dike.
ji: zarrokxane + -kar
zarrokxaneyî (navdêr, mê) rewşa zarrokxanebûnê.
ji: zarrokxane + -yî