Encamên lêgerînê
yarê naznav û gazîkirina keça yar
yarê diya min yek bana, min ê bi dendikên behîvan xwedî bikira (biwêj) derd ne yek e, pir zêde ne û kûr in. yare diya min yek bana, min ê bi dendikên behîvan xwedî bikira. derde min ne yek e, ne dudu ne.
yarê gula geş e, jina roja xweş e (biwêj) yen ku ji hev û din re baş bin, jiyana hev û din xweş û geş dikin. ji rengizê wê û kenê wê xuya ye ku yare gnîa geş e, jina roja xweş e.
yarê ji yarê şerm kir, zarê kurîn di pêşa xwe de nedît (biwêj) bi duristî û wekî edetan kir, lê di dawiyê de bi xwe xisir1. ew ji duristiya te bû qurban. yare ji yare şerm kir, zarê kurîn di pêşa xwe de nedît.
yarê neyarê, koç û barê (biwêj) kesên ku xwedî dijmin in, rehetiya wan tune ye. yarê neyarê, koç û barê. jixwe xwedî dijminî, gelek bedelan dixwaze.