Encamên lêgerînê
xwedîgotin (rengdêr) (kesa/ê) desthil, bibandor, tesîrker, xwedîhêz, bihêz, binifûz, kesa/ê ku xelk qedir û qîmetê dide gotinên wê/wî, desthil.
Herwiha: xwedangotin, xudangotin, xwidangotin.
ji wêjeyê: Serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salihî jî got li Iraqê û li derve wisa dihat hesabkirin ku rola kurdan di destnîşankirina siyaseta Iraqê de zêde nemaye lê belê helwêst û rêberiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nîşan da ku kurd li Iraqê û herêmê xudangotin in û ji bo vê jî spasiya serokê Kurdistanê kir..
ji: xwedî + gotin.
: xwedîgotinane, xwedîgotinî, xwedîgotinîtî, xwedîgotintî
xwedîgotinane (rengdêr) bi awayekî xwedîgotin.
ji: xwedîgotin + -ane
xwedîgotinî (navdêr, mê) rewşa xwedîgotinbûnê.
ji: xwedîgotin + -î