Encamên lêgerînê
xweşdivî rd 1. sevgili (sevgi ve saygı duyulan) 2. sevgili, dost
xweşdivî (rengdêr) (navdêr) berdilî, delalî, xoşewîst, hezkirî, ezîz, dilber, delal, hêja.
Herwiha: xoşdivî xoştivî xweştivî.
ji: xweş + diviya (vîn). Xweştivî eslen xweş-divî ye lê ji ber dengê ş herfa d bo sivikiyê bûye t. Divî jî kurtkirina di-viya ye anku xweş-viyayî, xweş-jê-hezkirî. xweş di vê peyvê de maneya gelek, pirr dide.Di soranî de jî heman peyv wek xoşewîst heye ku ji xoş (xweş) + e- (wek kurmancî di- di peyva di-vê, di-ke, di-got de) + wîst (ku rehê dema borî ji lêkera wîstin e ku maneya xwestin yan vîn, viyan ya kurmancî dide).Seyr û sosret e ku çima di herdu zaravayan de jî bi rengdêrê re forma dema borî ya berdewam (di-viya; e-wîst) hatiye bikaranîn û ne partîsîpa borî: - hezkirî, hebandî, bijandî, evandî, viyayî, xwestî. Eger partîsîpa dema borî hatibûya bikaranîn, ew peyv ê wiha bûna: xweşviyayî û xoşwîstû.Bi heman awayî pêdivî ya kurmancî û pêwîst ya soranî jî hatine çêkirin..
: xweşdivîtî
xweşdivîtî (navdêr, mê) rewşa xweşdivîbûnê.
ji: xweşdivî + -î