Encamên lêgerînê
xurr (rengdêr) qurre, nefsmezin, pozbilind, difinbilind, kuşpene, arogan, ne nefsbiçûk, kesa/ê ku xwe zêde mezin yan giring dihesibîne, kesa/ê ku li xelkê dixurre(navdêr, mê) lê xurrîn, lê heytandin, bi gazîkirin pevçûnê, banga şerrî lê kirin.
Herwiha: xwirr, xur , xwir.
: xurrandin, xurrî, xurrîn, xurrîtî
xurrî (navdêr, mê) rewşa xurrbûnê.
ji: xurr + -î
xurrifîn (lêker) Bi taybetî ji sedemê kalbûn yan pîrbûnê yanî bi mezinbûna temenê mirovan ve jar bûna hiş û zîrektiyê; ji ber mezinbûna temenê mirov wendabûn yan jî qelsbûnek zêde ji fonksîyonên hiş û mejî.
Bide ber: xufirîn, dewixîn.
Têkildar: dîn bûn
xurrîn (lêker)(navdêr, mê) bi dengek agresîv gazî kirin, lê heytandin, gazî kirin pevçûnê, banga şerrî lê kirin, dengê ku kewên di rekehê de li yên azad dikin daku yên azad nêzîk bibin û bikevin davên kewgiran.
Herwiha: xwirrîn, xurîn , xwirîn.
Bide ber: xurîn. Tewîn: Lêker: -xurr-.
ji: xurr + -în