Encamên lêgerînê
xuşk (navdêr, mê) keça dêbavên kesekê/î, qîza deybabên kesekê/î, keça diya kesekê/î lê ne ji babê wê/wî, keça ji babê kesekê/î lê ne ji dayika wê/wî.
Hevwate: xang, xîşk, xu, xoe, xuh, xûşk, xweh, xweng, xwang, xweşk, xweying, xwîşk, xwuş, xwuşk.
Dijwate: bira, kek.
: xwarza, xwarzî.
ji: Bi hind û ewropî swesor, bi inglîzî sister, bi almanî schwester, bi sanskrît sveser, bi avestayî xveher, bi pehlewî xwâher, bi partî wxâr, bi farisî xâher, bi beluçî gwâher, bi zazakî waye, bi hewramî walî, bi soranî xweyşk.Peyva xwehê bi kurdî herî kevin e.
xuşkane (rengdêr) bi xuşkayî.
ji: xuşk +-ane
xuşkok (rengdêr) rind, ciwan, xwe1ik, qeşeng
xuşkokbûn (navdêr, mê) ciwanbûn
xuşkokkirin (navdêr) ciwankirin