Encamên lêgerînê
xewnerojk (navdêr, mê) xwezî, daxwaz, hêvî.
Herwiha: xewneroj.
ji wêjeyê: Bi van xiyal û xewnerojkan jibo çûndina TRT 6 ê bi alîkarîya dostan min têkilî bi Nîlufer Akbal, Latîf Epozdemîr û Kenan Oto re danî. Hersêyan jî bi dilgermî gotin pir baş e. Lê di wê navberê de sedem çi ye nizanim, kek Kenan dest ji çêkirina bernaman berda. Min û kek Latîf jî hinekî xwe sist kir. Dawîyê min jibo bernama Nîluferê biryar da.(Bavê Ronahî: Rastiya TRT6ê, Lotikxane.com, 3/2009).
ji: xewn + -e- + roj + -k.
: xewnerojkbîn, xewnerojkî
xewnerojk dîtin (biwêj) xeyal dîtin. mixabin wer tê xuyan ku keçika min van rojan xewnerojkan dibîne.
xewnerojkî (navdêr, mê) rewşa xewnerojkbûnê.
ji: xewnerojk + -î