Encamên lêgerînê
xewgerr (navdêr) somnambûlîst, kesa/ê ku nivistî radibe ser xwe û têt û diçe bêyî ku hay ji xwe hebe.
Herwiha: xewger.
ji wêjeyê: Lîztikvana bedew û nîvseksî Jennifer Aniston li xwe mukur hat û got: Heyran bi serê we ez di xew de digerim. Carna diçim mala cîranan, carna diçim dikevin paşila zilaman, carna diçim nêçîra xortên nermik û germik û carna jî ez xwe di nav nivîna jinek spehî de dibînim.(Bedewa xewger, Lotikxane.com, 6/2006).
ji: xew + -gerr.
: xewgerrî, xewgerrîtî, xewgerrtî
xewgerrî (navdêr, mê) rewşa xewgerrbûnê.
ji: xewgerr + -î
xewgerrkî (navdêr, mê) bi xewgerî.
ji: xewgerr +-kî
xewgerrok (navdêr, mê) gezer xewger, şevgerok, şevger.
ji: xewgerr +-ok
xewgerrokî (rengdêr) xewgerî, şevgerokî, şevgerkî.
ji: xewgerr +-okî