xalet | (navdêr, mê) xwişka dayika kesekî/ê: Ew xaleta min e. (Ew xwişka dayika min e.), navekî rêzgirtinê ye bo jinên ji kesa/ê axiver gelekî mezintir. Herwiha: xaltî. Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: خالهت. Bide ber: xalBinere. Herwiha: am, ap, mam, met. ji: herwiha xaltî, hevreha farisî خاله (xalê), ji erebî خالة (xalet: xalet, xaltî), hevreha aramî ܚܠܬܐ (xalta), xalet forma mê ye ji peyva خال (xal: xal) e ku serekaniya xal ya kurdî ye. Bi heman awayî met ji عمة (emmet: met) ya erebî ye ku forma mê ye ji peyva عم (emm: mam, ap) ku serekaniya peyvên kurdî mam û am e. Ev her çar peyvên xizmatiyê ji bilî kurdî herwiha ketine farisî jî. Hala ya tirkî jî ji خالة (xalet) ya erebî ye anku hevreha xalet, xaltî ya kurdî ye lê maneya met girtiye.. jê: keçxalet, kurrxalet |