Encamên lêgerînê
xîtab m hitap
xîtab kirin l/gh hitap etmek
xîtabet m hitabet
xîtab (navdêr, mê) bang, gazî, hawar, axiftina yan nivîsîna ji kesekî yan komekî re: Ew xîtabî me dike. (Ew ji me re dibêje.), gotar, nivîsar, peyam, mesaj.
Têkildar: xutbe.
ji wêjeyê: Gelek zimanzanan pirtûk rast nivîsîne lê xîtabî herêmekê an jî zaravayekî dikin. (li ser zaravayekî dinivîsin).
ji: ji erebî خطاب (xiṭab) ji خطب (xeṭebe: jê re peyivîn), hevreha aramî חטב (x-t-b-: hw). Ji heman rehî: mixatib, xatib, xutbe.
Bikaranîn: Lêker: xîtab kirin. Navdêr: xîtabkirin Rengdêr: xîtabkirî.
: xîtabî
xîtab kirin (lêker)(Binihêre:) xîtab
xîtabet (navdêr, mê) rewanbêjî, xweşbêjî, xweşpeyivîn, belaxet, retorîk, hunera axiftina bedew û qayilkirina guhdaran yan xwendevanan, peyv û gotinên spehî lê ne rast, peyivîna berbad ya ku li gel rastiyê nagunce, awayê axiftina kesekî.
ji: Ji erebî: xîtab + -et
xîtabî (navdêr, mê) rewşa xîtabbûnê.
ji: xîtab + -î
xîtabkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye xîtab kirin
xîtabkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) xîtab
xîtab m. vengrerikerdis, hîtab n.
xîtab kirin lg. . veng re rikerdene, veng re rifîstene, hîtab kerdene