Encamên lêgerînê
vepejilandin m silkeleme
l/gh silkelemek
vepejilandin (lêker)(navdêr, mê) ji hev kişandin, jêk vekêşan, dirêj kirin, jêk birin, ji hev dûr xistin.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ڤه‌په‌ژلاندن. Tewîn: Lêker: ve-pejilîn-.
Têkildar: vepejilîn.
ji wêjeyê: Firk ketina piştê: Bê hezir ku meriv rake giraniyek an rabe piya, rehên pişta meriv li hev siwar dibin an sinîrên di navbera movikan de tehl dibin. Ku masûlk bin bi mizdan û firikandinê derbas dibin, sinîr bin demek dixwaze heta ku ew bi xwe ji ber movik bi tevgerek derkeve. Carna nexweş bi guliyek bilind ê darekê an bi papilûkek bilind a derenca darîn ve digire û gewda xwe vedipejilîne, pê reh û masûlkên wî yên li hev siwarbûyî hev berdidin.(Rojen Barnas: Nexweşîn û çare, Silivan.com, jê wergirtin: 12/2006).
ji: ve + pejilandin.
: vepejilandî, vepejilîner, vepejilînk