Encamên lêgerînê
vegilî (navdêr, mê) vegazin, giliya dubare, gazina ku dîsa tê yan hatiye kirin.
ji wêjeyê: Di biryara li ser herfan de jî diyar e ku kurd gelek matmayî mane. Ew bawer nakin ku dadgehek wek ya mafê mirovan çawa dikare vê ”zordestiya Tirkiyeyê ya li hemberî welatiyên kurd rast bibîne. Awukatên serlêderan jî eşkere dikin ku Dadgehê biryareka şaş stendiye û ew ê li asteka bilintir biryarê vegilî bikin.(Murad Ciwan, Netkurd.com, 2/2010).
ji: ve- + gilî.
: vegilîkar, vegilîkarî, vegilîker, vegilî kirin, vegilîkirin, vegilîkirî
vegilîkarî (navdêr, mê) rewşa vegilîkarbûnê.
ji: vegilîkar + -î
vegilîker (navdêr, nêr) (navdêr, mê) ya/ê vegilî dike.
ji: vegilî + -ker
vegilîkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye vegilî kirin