Encamên lêgerînê
umêd (navdêr, mê) hêvî, daxwaz, dawa, xwestek, amanc, awat, mirad, xwezî, tika, bang.
Herwiha: imêd, imêt, omêd, omêt, umêt.
ji: ji farisî اوميد (ûmîd/ûmêd), hevreha pehlewî omêt, kurmancî hêvî (< hûvî), soranî هيوا (hîwa) - di kurdî de d ya dawiya peyvê bi pirranî dikeve û di kurmancî de m ya îranî gelek caran dibe v..
: bêumêd, bêumêdî, biumêd, biumêdî, umêdewar, umêdewarî
umêdbexş (rengdêr) hêvîbexş, hêvîder, umêdder
umêdder (rengdêr) hêvîbexş, hêvîder, umêdbexş
umêdewar (rengdêr) hêvîdar, bihêvî, xweşbîn, optîmîst, geşbîn, kesa/ê hêvî heye: Em herdem ji azadbûnê umêdewar in. kesa/ê hêvî dike: Ez umêdewar im ku tu alîkariya me bikî..
Herwiha: umêdwar, umîdewar, umîdwar.
Bide ber: umêdder.
Dijwate: bêumêd.
ji: umêd + -e- + -dar.
: umêdewarî, umêdewarîtî, umêdewartî
umêdewar bûn (lêker)(Binihêre:) umêdewar
umêdewar kirin (lêker)(Binihêre:) umêdewar
umêdewarbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) umêdewar
umêdewarbûyî (rengdêr) (Binihêre:) umêdewar
umêdewarî (navdêr, mê) rewşa umêdewarbûnê, geşbînî, xweşbînî, hêvîdarî.
ji: umêdewar + -î
umêdewarkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye umêdewar kirin
umêdewarkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) umêdewar
umêd m. hêvî, hîwa, umid, hêwî, omed, hîvî, umud m.