Encamên lêgerînê
tomate (navdêr, mê) bacansor, firingî, pamîdor, sorik,​ şamik, balîcanên sor (bi taybetî ava wan ya kelandî yan jî xwarina ruhn ya ku ew di nav de hene), şamik.
Bi alfabeyên din: kurdî-erebî: تۆماته/طۆماطه.
Herwiha: temate, temete.
Têkildar: metfînî keçap. Navê zanistî: Lycopersicon esculentum.
Bikaranîn: Mahmut Begik: Li gor herêman nav diguhure: Tomate (bi îngîlîzî ye), firingî, sorik,​ şamik, balîcanê sor an bacansork. Peyva şamik bêhtir li devera Sêweregê, ya sorik di nav koçeran de, ya firingî li herêma Silîva û bacansork an balîcanê sor li herêma Xerza, Behdîna û gelek herêmên din tê bikaranîn..
ji: Bi rêya erebî ji inglîzî tomato ji spanî