texdîr | (navdêr, mê) ecibandin, nirxandin, hilsengandin, helwest, boçûn, nerîn, ray. Herwiha: teqdîr, taqdîr, taxdîr. ji wêjeyê: Aysel Tuğluk xanim di demên dawiyê de têra xwe tê minaqaşe kirin û ew ê ev minaqaşeyên di derbarê wê de dewam bikin. Gotinên wê yên di derbarê pesinandina kemalîzmê û di derbarê sînorên Tirkiyeyê – Misak-î Milli – de, ne tiştên qebûlbar in/bûn. Gelek kurd li hêviyê bûn ko xelkê Diyarbekirê bersiveke baş bide wan gotinan, lê weha nebû; ma mirov dikare çi bibêje? Teqdîra miletî ye.(Nefel.com, 8/2007). ji: Ji erebî. Bikaranîn: Lêker: texdîr kirin. Navdêr: texdîrkirin Rengdêr: texdîrkirî. jê: texdîrî, texdîrname |