Encamên lêgerînê
tewafiq (navdêr, mê) lihevkirin, peyman, tifaq, yekîtî.
Herwiha: tewafuq.
ji wêjeyê: Arîf Teyfûr weha dom kir: ”Ev biryar dê astengê ji bo prosesa siyasî û prosesa hilbijartinan çê bike ji ber wek kutleyeke sereke ya nav parlamentoya Iraqê em vê qanûnê red dikin û emê bibin ber dadgeha federal ya Iraqê. Jixwe me îtîraznameyek da serokatiya parlamentoyê li dijî pesendkirina vê qanûnê. Lewra ev qanûn ne meşrû ye û destûr hatiye binpêkirin. Me li desteya serokatiya parlamentoyê pêştir li hev kiribû, hemû biryar û qanûnan bi tewafuq derxin û serokê parlamentoyê nikare bi tenê biryar bide. Ev biryar biryareke tekaliyane ye û li dijî destûr û peyrewa navxwe ya parlamentoyê ye.(Pukmedia.com, 7/2008).
ji: Ji erebî, têkildarî tifaq, itifaq.
: tewafiqane, tewafiqî
tewafiqane (rengdêr) bi awayekî tewafiq.
ji: tewafiq + -ane
tewafiqî (navdêr, mê) rewşa tewafiqbûnê.
ji: tewafiq + -î