Encamên lêgerînê
tevan m 1. toplam 2. mat toplama (işlemi)
tevan (navdêr, mê) civan, berhevî mat.
ji: te +-van
tevandî (rengdêr) ya/yê ku hatiye tevandin
tevandin (lêker)(navdêr, mê) têkil kirin, tevlihev kirin, tevî hev kirin, kirin nav hev, civandin, kom kirin, beşdar kirin, tevlî kirin, amade kirin, hazir kirin, anîn cem hev. Tewîn: Lêker: -tevîn-.
Têkildar: tevîn.
ji: tev + -andin.
: tevandî, tevîner
tevane (rengdêr) hemû, gişt, tev, hemî.
ji wêjeyê: Ka çima hindikan zimanê nivîsînê bi kar dianî û nebûbû tiştekê tevane jî sedemên xwe hebûn. Ji wan sedeman jî mimkin e yek ew bûbe ko ziman alavekê zordestan bû. Bi navê dêrê û bi navê dînî hukim li xelkê dihat kirin. Yên ko ji texa desthilatdar bûn nedixwest xwendin û zanîn ewqas berbelav û tevane bibit. Lewma eger zanayekê felsefeyê li Londonê jî felsefeya xwe bi latînî binivîsîba ne xem bû. Kêm kes hebûn ko ji felsefeyê fehm bikin û yên ko fehm dikir jî nedixwest xwe biînin rêza xelkê nexwenda yê kolanan. Wan dixwest bi latînî binivîsin da xelkê xizan û nexwenda zêdetir hêbetî û ecêbmayî yên zimanê wan bibin. Wan nedixwest bi zimanê xelkê binivîsin da xelk jî tênegehin.(Lezgîn Çalî: Kurdên soran û kemalîst dikarin li hemberî kurmanciyê bibin hevalbend, Nefel.com, 4/2008).
ji: tev + -ane