Encamên lêgerînê
tûtin (navdêr, mê) riweka ku cigare jê tên çêkirin, cigare, cixare.
Herwiha: titin, titûn, tîtin, tutûn, twîtin.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: تووتن.
Têkildar: cigare, qelûn.
Bide ber: cûtin. Binêre
Herwiha: nargîle.
ji: jitirki tütün, hevreha azerî tütün, teterî төтен (tütün) ji tüt(mek) (dû kirin, dûkêl kirin) û düman (dû, dûkêl, dûman, dûxan). Heman peyv ji tirkî ketiye soranî تووتن (tûtin), farisî توتن (tûtun)/توتون (tûtûn) û aramî ܬܬܘܢ (tutûn) û gelek zimanên Rojhilata Ewropayê jî: bulgarî тютюн (tyutyûn), makedonî тутун (tútun), romanî tutun, ukraynî тютюн (tyutyun), belarûsî тытунь (tutuni)....
: tûtinî, tûtinkêş. Navê zanistî: Nicotiana tabacum
tûtin çandin (lêker) titûn danîn.
ji: tûtin + çandin
tûtin danîn (lêker)(Binihêre:) tûtin
tûtindanîn (navdêr, mê) (Binihêre:) tûtin
tûtinfiroş (navdêr, mê) cigarefiroş.
ji: tûtin +-firoş
tûtinî (navdêr, mê) rewşa tûtinbûnê.
ji: tûtin + -î
tûtin m. çingulîyayis, çinguldayis n.
m. bot. tutun, tutin, titun n.