Encamên lêgerînê
tîfo tifo.
bj/m tifo, kara humma
tîfo (navdêr, mê) tayek (êşek) giran e ku ji bakteryayekê peyda dibe û bi pirranî dibe sedema hinavêşiyê yan îshalê.
Bide ber: tîfus.
ji wêjeyê: - Piştre tu hatî girtin. Dema hatî girtin, leşkerên tirk çi ji te re gotin? - Bi rastî ez hêj jî ne ez im. Min ewdem pîvana zimên wenda kiribû. Ji ber ku ez bi nexweşiya tîfoyê ketibûm. Qet tiştekî ji wê demê nayê bîra min. Lê hin heval dibêjin li filan cihî, wexta em di bin çavan de bûn, çavên te girêdayî, dest û lingên te girêdayî bûn. Me tu bi kalorîferekî ve girêdayî dîtiyî.
tîfo m. tip. qotiko sîya, tîfo, halo giran, halo sîya n.