Encamên lêgerînê
standin (lêker)(navdêr, mê) bi kotekî wergirtin, bi zorê ji destê kesekê/î deranîn: Kurrê te goga kurrê min jê standiye. (deverek) rizgar kirin yan dagir kirin: Emerîkiyan Kuwêt ji Iraqê stand. kirrîn, bi pare wergirtin, bi pere bi dest xistin, bi dirav bi dest xwe ve anîn: Te ev tirimpêl kengî standiye?.
Herwiha: hestandin histandin stendin.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: ستاندن/صتاندن. Tewîn: -stîn-.
Bide ber: girtin kirrîn wergirtin.
ji: Ji Proto-hindûewropî steH2n- (kirrîn, xwestin bikirre; eyar kirin), Proto-aryayî steʰn- (standin, rakirin, birin), avestayî fre-sten (standin, birin), parsî û pehlewî stn- (jê standin, birin), farisî ستادن (sitaden - rehê dema niha -sitan-: birin, standin; sekinîn), hewramî esey (rehê dema niha san-), goranî san-, soranî سه‌ندن (sendin - rehê dema niha -sên-), latînî prae-stinare (kirrîn, bihayê tiştekî eyarkirin), ermenî stenem (belkî ji kurdî yan zimanekî din hatiye deynkirin).Berevajî ku Chyet di ferhenga xwe de îdia dike û gelek kurd jî bawer dikin, standin bi maneya kirrînê ne ji tesîra tirkî ye lê bi heman maneyê hem di zaravayên din yên kurdî û hem jî di zimanên lêzim de jî tê bikaranîn. Ihtimaltir e ku tirkî almaka xwe li gor maneyên zimanên îranî berfireh kiribe..
: danûstandin danûstîner danûstînerî standî stîner
standin/distîne/bistîne 1. wergirtin 2. kirîn
standin to take (stîn-)
stîn- v.t. to take, get; bi paş de standin=to take back
standin abholen
bekommen
standin empfangen
erhalten
nehmen
wegnehmen
standin lg. girewtene, girotene, guretene, gerewtene