Encamên lêgerînê
soranî m Soranice (Kürtçenin Güney veya orta lehçesi)
soranîaxêv nd/nt bu lehçeyi konuşan kimse
soranî Kurdiya Navîn (navdêr, mê) zaravayek kurdî ye ku pirraniya kurdên li Başûr û Rojhilata Kurdistanê pê diaxivin(rengdêr) her tiştê bi wê zaravayê: stiranên soranî.
Hevwate: kurdiya başûr, kurdiya jêrîn, kurmanciya navendî, kurmancî xwarû, mûkriyanî, wawayî (ji ber kû deng w pirr e).
Bide ber: kurmancî, hewramî, zazakî (ji ber kû dengê j pirr e).
ji: Soran + -î.
: soranîaxiv, soranîaxivî, soranîziman
soranîaxiv (navdêr) kesa/ê bi soranî diaxive ango dipeyive, kesa/ê soranî dizane, kesên zaravayê yan zimanê wan soranî.
Herwiha: soranîaxêf soranîaxêv soranîaxif.
Hevwate: soranîpeyiv. Nêzîk: soranînas soranîzan soranîzar soranîziman.
Bide ber: kurdîaxiv kurmancîaxiv hewramîaxiv zazakîaxiv goranîaxiv erebîaxiv farisîaxiv inglîzîaxiv tirkîaxiv.
ji: soranî + -axiv.
: soranîaxivî
soranîaxivî (navdêr, mê) rewşa soranîaxivbûnê.
ji: soranîaxiv + -î
soranînas (navdêr) pispora/ê zaravayê yan zimanê soranî. Nêzîk: soranîaxiv soranîpeyiv soranîzan soranîzar soranîziman.
Bide ber: kurdînas kurmancînas hewramînas zazakînas goranînas erebînas farisînas inglîzînas tirkînas.
ji: soranî + -nas.
: soranînasî
soranînasî (navdêr, mê) rewşa soranînasbûnê.
ji: soranînas + -î
soranîperistî (navdêr, mê) soranîzm, soranîtî
soranîpeyiv (navdêr) kesa/ê bi soranî dipeyive ango diaxive, kesa/ê soranî dizane, kesên zaravayê yan zimanê wan soranî.
Herwiha: soranîpeyîv soranîpeyv.
Hevwate: soranîaxiv. Nêzîk: soranînas soranîzan soranîzar soranîziman.
Bide ber: kurdîpeyiv kurmancîpeyiv hewramîpeyiv zazakîpeyiv goranîpeyiv erebîpeyiv farisîpeyiv inglîzîpeyiv tirkîpeyiv.
ji: soranî + -peyiv.
: soranîpeyivî
soranîpeyivî (navdêr, mê) rewşa soranîpeyivbûnê.
ji: soranîpeyiv + -î
soranîtî (navdêr, mê) soranîzm, soranîperistî
soranîzan (navdêr) kesa/ê ku zaravayê soranî fam dike û dikare pê bipeyive.
Bide ber: soranînas, soranîzar, soranîziman .Binêre.
Herwiha: dimilîzan, hewramîzan, goranîzan, kurdîzan, kurmancîzan, zazakîzan.
ji: soranî + -zan.
: soranîzanî
soranîzanî (navdêr, mê) rewşa soranîzanbûnê.
ji: soranîzan + -î
soranîzar (navdêr) kesên zaravayê wan yê dayikî soranî, tiştên bi zaravayê soranî: kovar û rojnameyên soranîzar.
Herwiha: soranîzarav soranîzarava soranîzarave soranîzarawa soranîzarawe soranîzareva sorranîzareve.
Hevwate: soranîziman. Nêzîk: soranîaxiv soranînas soranîpeyiv soranîzan.
Bide ber: kurdîzar kurmancîzar hewramîzar zazakîzar goranîzar erebîziman farisîziman inglîzîziman tirkîziman.
ji: soranî + zar.
: soranîzarî
soranîzarî (navdêr, mê) rewşa soranîzarbûnê.
ji: soranîzar + -î
soranîziman (navdêr) kesên zaravayê wan yan zimanê wan yê dayikî soranî, tiştên bi zaravayê yan zimanê soranî: kovar û rojnameyên soranîziman.
Herwiha: soranîezman soranîzman.
Hevwate: soranîzar. Nêzîk: soranîaxiv soranînas soranîpeyiv soranîzan.
Bide ber: kurdîziman kurmancîziman hewramîziman zazakîziman goranîziman erebîziman farisîziman inglîzîziman tirkîziman.
ji: soranî + ziman.
: soranîzimanî
soranîzimanî (navdêr, mê) rewşa soranîzimanbûnê.
ji: soranîziman + -î
soranîzm (navdêr, mê) soranîperistî, soranîtî, daxwaza fermîkirina zaravayê soranî û sepandina wî zaravayî li ser hemû kurdan.
Têkildar: soranîst.
ji wêjeyê: Heger roşenbîrên berêz ên weke we ji monopola desthelatiya wan jî sûd wergirtibe ji bo meremên navçegerî û soranizmê, divê îro hun li rastiya zimanê kurdî xwedî derkevin û bi milyonan zaroyên kurd ji perwerdekirina bi zimanê dayikê qedexe nekin.(Nazif Mayî: Bersivek bo peyama ”erşîfkirina” zimanê kumancî, Gelavej.com, 7/2008).
ji: soranî + -îzm yan soran + -îzm
soranî Central Kurdish. Sorani is a Kurdish dialect spoken in Iraq, mainly in Iraqi Kurdistan, as well as the Kurdistan Province of western Iran.