Encamên lêgerînê
sibat Şubat.
bnr sebat
sibat meha reşemiyê *“sibat tiroviro, adar ma bîst û du ro”
(navdêr, mê) reşemeh, reşemî, meha duyem ji salnameya zayînî, meha dawîn ya zivistanê (kurttirîn meha salê ye û ji 28 yan - her çar salan carekê - 29 rojan pêk têt).
Herwiha: subat, şibat, şubat.
Bide ber: sebt.
ji wêjeyê: Sibata tirro virro Adara bîst û du ro Nîsan a me ye Gulan textirme ye.
ji: Herwiha şibat ji erebî شباط (şubaț) jiarami yan jiibrani שבט (şibat /şivat). Piraniya navên mehên din jî yên kurdî ji îbrî ne: adar, nîsan, ayar, temûz, ab, îlon..
: sibatî, sibatoka dînik
sibat hat û bihurtî, nav dilê gîsikan bezgirtî (biwêj) pişti meha sibatê zêde xeterî namîne. jixwe ji sibatê bi şûn de newroz e, sibat hat û bihurtî, nav dilê gîsikan bezgirtî.
sibat tiro viro, adar ma bîst û du ro (biwêj) meha sibate kin e û bi awayekî derbas dibe, ya girîng heya xwe gihandina bîst û duduye adare, ango newroze ye. rewşa we deme wiha te ziman. sibat tiro viro, adar ma bîst û dit ro.
sibate (Zazaki) (navdêr, mê). Bi kurmancî: sibat, reşemî
sibatî (navdêr, mê) rewşa sibatbûnê.
ji: sibat + -î
sibatoka dînik (navdêr, mê) destpêka biharê ku dinya ji zivistana dijwar ya biberf û sarma derketiye lê hê bi rastî nebûye bihara xweş û geş.
Herwiha: subatoka dînik, şibatoka dînik, şubatoka dînik.
ji wêjeyê: Sibatoka Dînik, li Kurdistanê demeka destpêka buharê ye ku dinya ji zivistana dijwar a biberf û serma derketiye, lê hê bi rastî neketiye buhara xweş û geş; a bi gul û giya.(Mûrad Ciwan: Sibatoka dînik, Netkurd.com, 7/2010).
ji: sibat + -ok + -a + dîn + -ik
sibat February
f. February
sibat m. gucige, sibate, zimistana peyene, gujige, sebate m.