Encamên lêgerînê
sefalet xizanî, hêjarî, şerpezeyî, perişanî, sefalet m
xizanî, hêjarî, şerpezeyî, perîşanî, sefaletm
sefalet çekmek di perîşaniyê de bûn, di xizaniyê de bûn, feqîrî kişandin
di perîşaniyê de bûn, di xizaniyê de bûn, feqîrî kişandin
sefalet m sefalet
sefaletxane m sefalethane
sefalet (navdêr, mê) jarî, hejarî, perîşanî, riswayî, rezalet, xizanî, şerpezeyî, belingazî.
Têkildar: sefîl.
Bide ber: sefaret.
ji wêjeyê: Yekem, çayxaneyek di salên 60an li cîhek li navenda Stenbolê. Ez deh salî me û hûn hema-hema mirovekî gihiştî ne. Ez windabûyî, bitirs im û tenê hûn xwîngermî û canecanî didin pêş. Li kêleka we rûniştî me, hûn çayekê dixwazin ji min re û serê min miz didin. Bêhna losyoneke taybetî ku hacî ji Mekkê tînin û jê re dibêjin ‘Ava Gul a Mohammed’ ji simbêla we ya rojhelatî ku piçek belawela ye, dêmên we yên kurkirî û porên we yên şil dihêt. Losyoneke ku piraniya cuwamêrên gundê min bikartînin. Cîhê canecanetiyê ye, li kêleka we rûniştin. Di wê hewayê xerîb da çaya xwe vedixwim û nawêrim çavên xwe bigirim. Pê sefaletek dihîsim û divêm derkevim.(Îbrahîm Selman: Mekin, ezbenî, mekin, Netkurd.com, 11/2007).
ji: ji erebî سفالة (sefalet
sefaletî (navdêr, mê) belengazî, hêjarî.
ji: sefalet + -î
sefalet m. perîsanîye, belengazîye, sefalet m.