Encamên lêgerînê
sebr 1. tebat 2. dilaramî *“kesê ku jinekê bîne, divê an tûrek zêrê wî an jî barek sebra wî hebe”
(navdêr, mê) bênfirehî, baldirêjî, tolerans: Sebra min bê te nayê. (Ez bêriya te dikim.), sebat, tehemil, tolerans, sebir.
Herwiha: sebir.
Têkildar: sabir, sebrî.
ji: ji erebî صبر (ṣebir).
Bikaranîn: Lêker: sebr kirin. Navdêr: sebrkirin Rengdêr: sebrkirî. Mînak: Xwediyê sebrê dibe melikê Misrê..
: bêsebr, bêsebrî, bisebr, bisebrî, sebrdar, sebrdarî, sebrî, sebrkêş, sebrkêşî
sebr kirin (lêker)(Binihêre:) sebr
sebra (yekî) pê derketin (biwêj) ji kesekî yan jî ji tiştekî aramî û bêhnxweşî girtin. te nê sebra wê bi qîza wê derdiket, hema dixwest tim li ber serî be.
sebra xwe pê anîn (biwêj) jê aramî û rehetî girtin, li balê rehet bûn. şahiya dilê min a paşîn perîxan bû, ew min nas dike, hez ji min dike û dikare sebra xwe bi min bîne. kamîran bedirxan
sebrdar (rengdêr) bisebr, bênfire, baldirêj, tolerant, sabir, ne bênteng, kesa/ê sebr heye, kesa/ê zû-zû bênteng nabe, pejirîner, qebûlker, tehemilker.
Herwiha: sebirdar.
Dijwate: bêsebr.
ji: sebr + -dar.
: sebrdarî
sebrdar bûn (lêker)(Binihêre:) sebrdar
sebrdar kirin (lêker)(Binihêre:) sebrdar
sebrdarbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) sebrdar
sebrdarbûyî (rengdêr) (Binihêre:) sebrdar
sebrdarî (navdêr, mê) rewşa sebrdarbûnê.
ji: sebrdar + -î
sebrdarkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye sebrdar kirin
sebrdarkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) sebrdar
sebrî (navdêr, mê) rewşa sebrbûnê.
ji: sebr + -î
sebriyo, debriyo (biwêj) yên ku sebir dikin, di dawiyê de debara xwe baştir dikin û digihîjin armanca xwe. sebir lawo hinekî dîsa sebir, çi gotine? sebriyo, debriyo.
sebrkirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye sebr kirin
sebrkirin (navdêr, mê) (Binihêre:) sebr
sebr (f.) patience
sebr kirin to be patient
sebr Geduld
Langmut
sebra ewê fêrbûyî dûyê şikeftê jene an den Rauch der Höhle gewöhnte Geduld
sebr m. tebat, sebir, saman, sebat, sebr, simax n.