Encamên lêgerînê
sîsem (navdêr, mê) darek e.
ji wêjeyê: Ez dara sîsemê bi dara tûwê nas dikim. Dara tûwê û dara Tûşêmê binebira ne. Darên tûwa hin jê bêber (sêhr) in. Fêkîyê dara tûwêve sipî, reş û xemrî ye. Ko bergir bê, berê wê lib libî ye û tama wê ji hev cida ye. Dara Tûşêmê berê wê reşe, tama wê miz e, bi dara Tûwê ve tê fetrûm kirin.
sîsemar (navdêr) canewerek goştxwer , xişok û bejavî an amfîbî ye. Li deverên germ de dijî. Xwediyê diranên tûj û çeneyek e xurt.
Herwiha: sîsemark.
ji wêjeyê: Bo êkem car sîsemarek (tîmsahek) li başûrê Îraqê hate dîtin, rêveberê jîngeha parêzgeha Dîwanîe ragehand, bo êkem car di dîroka rûbarê dîwanîe da sîsemarek bi dirêjahiya metir û nîvan bihête dîtin..
Hevwate: timsah, bizinmişk.
Bide ber: mar, sîse, sîseba, sîsark.
: sîsemarî, sîsemarkî. Navê zanistî: Crocodilus
sîsemarî (navdêr, mê) rewşa sîsemarbûnê.
ji: sîsemar + -î
sîsemark (navdêr) Ajelek xijok û amfîbî ye. Li deverên germ de dijî. Xwediyê diranên tûj û çeneyek xurte.
Herwiha: sîsemar.
Hevwate: timsah, bizinmişk.
Bide ber: mar, sîse, sîseba, sîsark.
: sîsemarî, sîsemarkî. Navê zanistî: Crocodilus
sîsemarkî (navdêr, mê) rewşa sîsemarkbûnê.
ji: sîsemark + -î