Encamên lêgerînê
radîkal nd/rd radikal, köktenci
radîkalîzm m radikalizm, köktencilik
radîkal (rengdêr) (navdêr) serhişk, fanatîk, demargîr, fundamentalîst, mitleq, rêhişk, tundrê, tundraw, kesa/ê ku ti rê û rêbazên ji bilî yên xwe napejirîne.
ji wêjeyê: Herkes baş dizane ku kovara Rizgariyê, avakirina îdeolojiya kurdîtî bona xwe kiribû armanc. Bi tirkan re bi her awayî cûdayetî pêşniyar dikir û diparast. Ji bona rêxistineke mitlaq ya serbixwe ya Kurdistanî ava bike xebat dikir. Azadiya neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê diparast. Yekîtiya Kurdistanê, yekîtî û tîfaqa di navbeyna hêzên sosyalîst yên Kurdistanê li tevayî Kurdistanê diparast. Li Bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê eniya neteweyî cara yekem ji aliyê Rizgariyê de hat parastin. Ji bona vê jî, Mehmed Uzunî di nav civata nivîskarî ya Rizgariyê de marksîstekî Ortodoks û hişk, azadixwaz û rizgarîxwazekî Kurdistanî yê gelek radîkal bû.(Îbrahîm Güçlü: Mehmed Uzun û rastiyên ku nayên ser zimên, Netkurd.com, 10/2007).
ji: Bi rêya frensî yan inglîzî radical ji latînî radix (genîtîv: radicis) anku reh, demar.
: radîkalane, radîkalî, radîkalîst, radîkalîzm
radîkalane (rengdêr) bi awayekî radîkal.
ji: radîkal + -ane
radîkalî (navdêr, mê) rewşa radîkalbûnê.
ji: radîkal + -î
radîkalîzm (navdêr, mê) demargirî, serhişkî, fanatîzm, fundamentalîzm, tundrêtî, rêhişkî
radîkal rd. radîkal, hîmdar, kokdar, kokin
radîkalîzm m. radîkalîye, hîmdarîye, kokdarîye, radîkalîz m., kokdarênî m.