Encamên lêgerînê
qenepe (navdêr, mê) sedre, sofa, dîwan, kerewît, yane, rûniştekên nerm yên ku bi gelemperî cihê rûniştina 2-3 kesan li ser heye.
Herwiha: kanape, kanepe, kenepe, qanape, qanepe, qenape.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قه‌نه‌په.
ji: herwiha qanape ji frensî canapé ji latinî canāpēum/canōpēum/cōnōpēum (qenepe; nivîn < kule ya li ser nivînan) ji yunanî κωνωπεῖον (kônôpeîon: kuleya pêşûyan) ji κώνωψ (kốnôps: pêşû). Heman peyv wek کاناپه (kanapê) ketiye farisî, wek kanepe di tirkî de cih girtiye û wek كنبة (kenebe) di devokên erebî de jî peyda dibe. Anku ev peyva ewropî di zimanên Rojhilata Navîn de belav bûye lê di heman demê de peyvên bi heman maneyê ya di zimanên ewropî de berbelav anku sofa û divan ji zimanên rojhilatî hatine wergirtin. Mirov dikare bibêje ku Rojhilatê û Rojavayê ev peyv bi hev veguhastine. Bo nimûneyeke bi heman awayî, binêrin: pirteqal û narinc..
: qenepeyî
qenepeyî (navdêr, mê) rewşa qenepebûnê.
ji: qenepe + -yî
qenepe m. qenepe, kanape n.