Encamên lêgerînê
qemere (navdêr, mê) tirimpêlên neferî, taksî.
Herwiha: qemare.
Bide ber: qemer.
ji: ji yunanî καμάρα (kamara) ku maneya her tiştê serbanê wê wek kevanê xwehr e, ji Proto-hindûewropî kem- (tewandî, çemandî) ku herwiha serekaniya peyvên kurdî kevan û çemîn/çemandin e. Paşî wek camera (ode, jûr) ketiye latînî û jê belav bûye gelek zimanên din jî yên ewropî: îtalî camera, spanî cámara, fransî chambre, inglîzî chamber...