Encamên lêgerînê
qemîs (navdêr, nêr) gumlek, cilê ku ji navtengê berjor ta ber stuyî digire û bihuçik û bipistok e (bi gelemperî li ser fanêlan lê li bin cakêtan têt bikaranîn û carine stubend jî li ser tê girêdan).
Herwiha: qemûs, qemwîs.
Bi alfabeyên din: Kurdî-Erebî: قه‌میس.
Bide ber: cakêt, fanêl, tîşort.
ji: ji erebî قميص (qemîs) ji frensî chemise ji latinî camisia ji zimanekî cermenî ji Proto-hindûewropî ḱam- (cil, caw, cang) ku ihtimalen herwiha serekaniya peyvên kurdî cang û caw û peyva inglîzî hame e. Ji heman rehî: qumaş..
: qemîsî
qemîsî (navdêr, mê) rewşa qemîsbûnê.
ji: qemîs + -î