Encamên lêgerînê
qeştandin (lêker)(navdêr, mê) qewirandin, qewitandin, dûr xistin, derxistin, sirgûn kirin, derkirin, dûr kirin. Tewîn: Lêker: -qeştêr-.
ji wêjeyê: Ji ber ku Cizîra Botan li ber xwe da, ewî vî bajarî kavil kir. Dû caran bajarê Cizîrê van dijminên dîn û har qewirandin. Cara sêyem artêşên taybet ya Şah Simaîl ji Hemedan’ê hatine alîkariya Mihemed Xan Ustaçlu. Dîsa lehengên Botan’ê dijmin qeştandin û nehiştin ku ev dever bikevê destê wan. Ji Mesîhî û Muslumanan 50 hezar kes qetilkirin û welatê merdemêran wêran kirin. (Jêder: K.Burkay-Kurtler ve Kürdistan Tarihi) (Şakir Epözdemir: Berî Şerê Çildêranê Rewşa Kurdan, Rudaw.net, 7/2009).
: qeştandî, qeştêr