Encamên lêgerînê
qawîş m koğuş
qawîşa zarokan sübyan koğuşu
qawîş (navdêr, mê) şikbe, odeya mezin ya ku çend kes dikarin tê ve binivin (bi taybetî li zindanan, qişleyan, nexweşxaneyan û hwd.).
Bide ber: qamîş, qayîş.
ji wêjeyê: Di êrîşa leşkeran de 7 kes mirin. Gelek mirov rastê tacîzê hatin. Dîwarên qawîşên me hemû qul kirin, bombe avêtin hundir. Bi hewliyan (pêşgir) me hewl dida ku em bi jehrê nekevin. Hemû hevalan tiştekî nivîskî xilas nekirin. Lê ez çûm, min helbestên xwe anîn. Hevalan digot, operasyon heye, em dikin bimirin, MG-3 dirêjî me kirine, bombe davêjin hundir, ma niha hawara helbestan e? Min got xem nake, ez dixwazim bi helbestan re bimirim. Min got, heke ez van xilas nekim, ez ê careke din dest bi nivîsê nekim.