Encamên lêgerînê
pirtepûş nd kümes hayvanları
pirte nav kutik, pirtepirt, pirt, pil, lêdan, teptep, nukuç, nukuçek, firt.
ji: pir- +
pirte kirin (lêker)(Binihêre:) pirte
pirtedar (rengdêr) pirteyî.
ji: pirte +-dar
pirtepirt 1. (agir) geh pê ketin geh damirîn 2. (dil) geh bi tundî geh bi nizmî avêtin
1. dengê pêketin û damirîna êgir 2. dengê rajena dilî
pirtepirt bi dilê (yekî) ketin (biwêj) tirsîn, di tatêlê de man. wexta ku pûanên xwendekaran dixwendin, pirtepirt bi dilê şermînê ket.
pirtepirt kirin (biwêj) ketin rewşek teng, bêhêz û bêderfet bûn. çawa ku min ew xiste bin xwe, bû pirtepirta wê.
pirteqal (navdêr, mê) fêkiyek rengtorincî yan zer e di bin tîvilî de pirt-pirt e, dara ev fêkî pê ve çêdibe.
Herwiha: perteqal, porteqal, purteqal.
ji: Ji Portugal anku welatê pirteqalên Rojhilata Navîn jê dihatin..
: pirteqalî
pirteqalî (rengdêr) torincî, rengê pirteqalan, rengê mîna rengê pirteqalan, oranjî.
Herwiha: perteqalî, porteqalî, purteqalî.
ji: pirteqal + -î.
: pirteqalîtî
pirteqalîtî (navdêr, mê) rewşa pirteqalîbûnê.
ji: pirteqalî + -tî
pirteyî (navdêr, mê) lereyî, pirtedar.
ji: pirte +-yî
pirteqal m. portukale, portuqale, portakale, pûrteqale, portekale, portugale, portaqale, firtiqale m.