Encamên lêgerînê
pirrbêj (rengdêr) (navdêr) kesa/ê ku zêde diaxive, kesa/ê ku pirr dipeyive.
Herwiha: pirbêj.
ji wêjeyê: Anku mirov çênabe basî xelkê ne li cem xwe bike, herwisa nabe mirov î pirbêj be çinku (ji ber ku) mirovê pirbêj tiştê baş û xerab dê bêje û xelkê li civatê ji xwe dilgiran dike.(Denwan.de, jêwergirtin: 7/2009).
ji: pirr + -bêj.
: pirrbêjane, pirrbêjî, pirrbêjîtî, pirrbêjtî
pirrbêjane (rengdêr) bi awayekî pirrbêj.
ji: pirrbêj + -ane
pirrbêjî (navdêr, mê) rewşa pirrbêjbûnê.
ji: pirrbêj + -î
pirrbêjokî (rengdêr) lewçokî, gevezokî.
ji: pirrbêj +-okî