Encamên lêgerînê
payiz (navdêr, mê) demsala navbera havînê û zivistanê, serbechû (li Kurdistanê meha 9, ya 10 û ya 11 ji salnameya zayînî).
Herwiha: pahîz, paîz, payîz, pehîz, peîz, peyiz, peyîz, serbechû.
Bide ber: daçek.
Bikaranîn: payizê: dema ku payiz: Em ê payizê biçin wir, payizan/payiza: Koçer payizan ji zozanan vedigerrin deştan. li payizê: bn. payizê, payizek têrbaran/baranî: Payiz tê. Payiza dereng, vê payizê, payiza bê/bêt/were, ji biharê ta payizê.
ji: Proto-aryayî: Avestayî: paitideaze- (payiz) Farisiya Kevin: patideaze (payiz) Middle Persian: pādēz (payiz) Farisî: pāyīz (payiz) Osetî: fäzzäg (payiz) Hewramî: pāiz (payiz) ... , (Zazakî: pāyīz) ir Çavkanî: Horn p.64 Pokorny: -.
: berpayiz, berpayizane, berpayizî, payizane, payizî
payizane (rengdêr) bi awayekî payiz.
ji: payiz + -ane
payizî (navdêr, mê) rewşa payizbûnê.
ji: payiz + -î
payizok (navdêr, mê) cûnek stranên gelêrî yên kurdî ye.
Herwiha: payîzok, pehîzok, peîzok, peyizok, peyîzok.
Bide ber: heyranok.
ji: payiz + -ok.
ji wêjeyê: Hozan Şemdîn: Wekî awaz û meqamên heyranok û payîzokan emrê xwe li Wuppertalê pîr dike. Êşa xerîbiyê niqutiye ser dengê wî. Axxxx, ev bêrîkirina Kurdistanê jî tunebûya niha me gişan xwe kuştibû; wekî bêrîkirina yarê...(Evdile Koçer: Çend Dîmen Ji Roj TVyê, 2/2007).
: payizokane, payizokbêj, payizokbêjî, payizokî
payizokane (rengdêr) bi awayekî payizok.
ji: payizok + -ane
payizokî (navdêr, mê) rewşa payizokbûnê.
ji: payizok + -î
payizê rd. payîzî