Encamên lêgerînê
pasîfî m 1. pasiflik, edilginlik 2. rz pasiflik, edilgenlik
pasîfî (navdêr, mê) tebatîbûnî, kartêbûnî, peltekî.
ji: pasîf +-î
pasîfîbûn (navdêr, mê) tebatîbûn.
ji: pasîf +-î +bûn
pasîfîst (navdêr) aştîxwaz, şernexwaz, ne şerxwaz, kesa/ê ku li dijî şerrkirinê û cengan e,kesa/ê ku şerr û şidet qebûl nake.
Dijwate: milîtarîst, şerxwaz.
Têkildar: pasîfîzm.
ji wêjeyê: Wekî din ez di edebiyata xwe de tirsonekan, an jî pasifîstan nakim qehreman û mohra qehremantiyê jî ji pêsîra qehremanan danaxim. Ez kesan wek kes, mirovan wek mirov digirim, an jî kes û mirovan bi xurtî û qelsiyên wan bi laş û gewde dikim. Ez mirovekî/miroveke têkçûyî xurt nîşan nadim, mirovekî/miroveke xurt jî têk nabim.(Firat Cewerî, Amidakurd.com, 10/2008).
ji: Ji inglîzî pacifist yan frensî pacifiste, têkildarî pasîfîk, ji frensî pacifique ji latînî pacificus (aştîxwazî) ji pax (aştî, aramî)
pasîfîzm (navdêr, mê) aştîxwazî, şernexwazî, ne şerxwazî, dijî şerrkirinê û cengan bûn,şerr û şidet qebûlnekirin.
Dijwate: milîtarîzm, şerxwazî.
Têkildar: pasîfîst.
ji: Ji inglîzî pacifism yan frensî pacifisme, têkildarî pasîfîk, ji frensî pacifique ji latînî pacificus (aştîxwazî) ji pax (aştî, aramî)
pasîfî m. pasîfiye, pasîfênî m.