paredar | (rengdêr) zengîn, dewlemend, maldar, xanedan, ne xizan, ne feqîr, ne jar, ne belingaz, ne perîşan, ne şerpeze, ne hejar, kesa/ê ku (pirr) pare heye. Herwiha: paredêr, peredar, peredêr. Bide ber: pareder. ji: pare + -dar. jê: paredarî, paredarîtî, paredartî |
paredar bûn | (lêker)(Binihêre:) paredar |
paredar kirin | (lêker)(Binihêre:) paredar |
paredarbûn | (navdêr, mê) (Binihêre:) paredar |
paredarbûyî | (rengdêr) (Binihêre:) paredar |
paredarî | (navdêr, mê) zengînî, dewlemendî, maldarî, refah, kamêranî, halxweşî, jiyarxweşî, xweşguzarî, hebûna pirr pareyan (û maliyetê), bereket, zengînbûn, maldarbûn. Herwiha: paredarîtî, paredartî, paredêrî, paredêrîtî, paredêrtî. Dijwate: belingazî, feqîrî, hejarî, jarî, perîşanî, rebenî, şerpezetî, xizanî. ji: paredar + -î |
paredarkirî | (rengdêr) ya/yê ku hatiye paredar kirin |
paredarkirin | (navdêr, mê) (Binihêre:) paredar |