Encamên lêgerînê
pêşnivêj (navdêr) mela, îmam, mele, kesa/ê ku li pêşiya civatekê (komek mirovan) nivêjê dike.
Herwiha: pêşnimêj, pêşlimêj, pêşmêj.
ji wêjeyê: Aykoç li cîhê ku bersiva min bide û ji min û xwendevanan ra ronahî bike, ka ji bo çi û bi goreyî kîjan rîşalnasîya zimanî û zimannasî û zimanzanîyê peyvên peykana farsî û kane ya erebî bi peyva kan ya kurdî va girê daye, çûye gazindê melayê filan gundî û pêşnimêjê bêvan bajarî dike. Li cîhê ku ji me ra şirove bike, kanê pêşkîta peyva sevkan çi peywendî û têkilî bi sef a erebî ra heye, çûye gazindan ji kesên erebîzan dike.(Perwîz Cîhanî: Karîn yan kanîn?, Amidakurd.com, 12/2007).
ji: pêş- + nivêj.
: pêşnivêjî, pêşnivêjîtî, pêşnivêjtî
pêşnivêjî (navdêr, mê) rewşa pêşnivêjbûnê.
ji: pêşnivêj + -î