Encamên lêgerînê
na- rz/m olumsuzluk öneki
na- pêşgir, peyvikek e dikeve pêşiya lêkerên di dema niho de û wateya dijî wan didiyê: nakim (dijwateya dikim), nabêje (dijwateya dibêje).
Bide ber: ne-Binere.
Herwiha: ni-. Agadarî: Di kurmancî na- nakeve pêşiya van lêkeran dema ew di forma xwe ya dema niho de ne: kanîn/karîn, şiyan/şên, wêrîn/wêriyan û zanîn. Pêşbendika ne- dikeve gel lêkera şiyan/şên û ya wêrîn: Ez newêrim, tu newêrî, ew newêre, em newêrin, hûn newêrin, ew newêrin. Ez neşêm, tu neşê(yî), ew neşê, em neşê(y)n, hûn neşên, ew neşên.Bo yên kanîn/karîn û zanînê, pêşbendika ni- heman rolê dilîze: Ez nikanim, tu nikarî, ew nizane....
ji: na
na- (negative prefix for present indicative verbs) not
na- na- (pirtikek e di dema nihoyî de dikeve destpêka lêkeran û wateya ne-erênî didiyê): nabim nabim, nakey nakî, naxwa naxwe, naçîn (em) naçin, nakirin nakirin
ne- (pirtikek e dikeve destpêka hin rengdêran û hin navdêrên ji rengdêran çêkirî û dijwateya wan ji wan çêdike): naşîrîn neşirîn, tal
napak nepak, nepaqij, nebijûn, pîs, kirêt
narastî nerastî
namirovî nemirovî (Agadarî: Tenê hin peyvên wiha hatine çêkirin di vê ferhengê de hatine rêzkirin ji ber ku di têgihiştina piraniya peyvên wiha de kurmancîaxiv dê ti zoriyê nekêşin.)
kêm caran dikeve pêşiya hin navdêrên ne ji rengdêran çêkirî û wateya bê didiyê: naumêd bêhêvî, bêçare, bêumêd.