Encamên lêgerînê
nîgeran (rengdêr) bitirs, nearam, bêhedan, biguman, bişik, kesa/ê ku ditirse ku dê belayek biqewime, dilwas, bêzar, nerehet.
Bikaranîn: Lêker: nîgeran bûn, nîgeran kirin. Navdêr: nîgeranbûn, nîgerankirin Rengdêr: nîgeranbûyî, nîgerankirî.
ji: nîgeranî, nîgeranîtî, nîgeranker, nîgerantî
nîgeran bûn (lêker)(Binihêre:) nîgeran
nîgeran kirin (lêker)(Binihêre:) nîgeran
nîgeranbûn (navdêr, mê) (Binihêre:) nîgeran
nîgeranbûyî (rengdêr) (Binihêre:) nîgeran
nîgerandî (rengdêr) ya/yê ku hatiye nîgerandin
nîgerandin (lêker)(navdêr, mê) nîgeran kirin.
Bide ber: nîgarandin. Tewîn: Lêker: -nîgerîn-.
ji: nîgeran - -an + -andin.
: nîgerandî, nîgerîner
nîgeranî (navdêr, mê) dilgiranî, teredud, dilwasî, waswasî, dilwaswasî, dudilî, bêbirryarî, tirs, guman, şik, şibhe.
Herwiha: nîgeranîtî, nîgerantî.
ji wêjeyê: Roja Înê 19.01.2007’an, bi xurtbûna zext û givaşên dewleta Corc Buş bo ser rejîma Îranê, girûpek ji endamên Parlemana Nûnerên Amerîkayê ku nigeranê çêbûna şereke dinê, wê carê tevî Îranê ne, pêşnivîsa biryarnameyekê berhev kirin, heya Serok Komarê vî welatî neçar bike beriya destbikarbûna her êrîşekê bo ser Îranê razîbûna kongirê werbigire.(Siyamend Terbî: Berhevkirina Pêşnivîsa Biryarnameyekê Ji Hêla Demokratên Amerîkayê Ve Di Kongireya Wî Welatî Da, Kurdistanmedia.com, 1/2007).
ji: nîgeran + -î
nîgerankirî (rengdêr) ya/yê ku hatiye nîgeran kirin
nîgerankirin (navdêr, mê) (Binihêre:) nîgeran
nîgeran bitirs, nearam, bêhedan, biguman (ji ber ku ditirse dê belayek biqewime)
nîgeranî bêhedan, nearamî, nerehetî, tirs, şik, guman